Brahîmê Alûcî
banner
brahimaluci.bsky.social
Brahîmê Alûcî
@brahimaluci.bsky.social
Jiyan bi kurdî xweş e. ژیان ب کوردی خوەشە

زمانی ئێمە شەرەف و نامووسی ئێمەیە

Zimanê me, şeref û rûmeta me ye

https://brahimaluci.blogspot.com/?m=1
Reposted by Brahîmê Alûcî
Narsîzma bindestan; Xwendineke derûnkolorînerî li ser rewşa kurdan
diyarname.com
February 14, 2026 at 9:47 AM
Teşî ben e, glok fen e.

Teriya kûçik rast nabe.

Tava rojê ya her kesî ye.

Tifaqa mirovan çiya qul dike.

Gotinên Pêşiyan
February 14, 2026 at 7:13 AM
Diltengî derfeteke, ne pirsgirêkeke.

Nexweşî ne tenê êş e, peyameke jî.

Kirde (subject) di zimên de ava dibe.

Xwe-nasîn, hewcedariya bingehîn a mirovî ye.

Mirov ji azadiyê (freedom) ditirse loma hewl dide ku ji wê bireve.
February 13, 2026 at 3:09 PM
Jixwe milet wisa lê hatiye ku ew bûye wek keriyê pezê ku gur êrîşî wî bike. Ew wisa li her çar aliyê dinyayê belawela bûye û hîna nizane serê wî li ser kîjan kevirî ye. Kî dizane xwendin çi ye eger her yek bi peydakirina qûtê rojê daketiye!

Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê

Fawaz Husên

Avesta
February 13, 2026 at 11:06 AM
HÇ – Hişê Çêkirî (AI – Artificial Intelligence) Çi Ye?

Hişê çêkirî ku carinan wekî hiş û jêhatîbûna makîneyan jî tê zanîn, behsa hêz û şiyana kompûteran dike ku karên fêm û têgihiştinê yên mîna mirovî pêk bînin; wekî fêrbûn, çareserkirina pirsgirêkan, têg..

brahimaluci.blogspot.com/2026/02/hc-h...
HÇ – Hişê Çêkirî (AI – Artificial Intelligence) Çi Ye?
brahimaluci.blogspot.com
February 12, 2026 at 7:23 PM
Sibat e, libat e.

Sibat bêndera berfê ye.

Sibat e, qebqeba kewê ribat e.

Ji refek kewan, ribatek derdikeve.

Gotinên Pêşiyan
February 12, 2026 at 11:18 AM
Fêrbûn ji têkçûnê tê, ne ji serkeftinê.

Trawma, ne bîr (memory) e, lê windabûna bîrê ye.

Di her qonaxeke jiyanê de qeyraneke derûncivakî (psychosocial crisis) heye.

Mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) eziyê (ego) diparêzin. Berzkirin (sublimation) mekanîzma berevaniyê ya herî bilind e.
February 12, 2026 at 7:34 AM
JI HEYBERÊ (object) BER BI KIRDEYÊ (subject) VE

Xwendineke Derûnkolînerî Li Ser Rewşa Kurdan

Destpêk

Dîroka gelê kurd dîrokeke tijî tepisandin, înkar û windakirina nasnameya hevpar e. Ji destpêka sedsala 20an heta îro, kurdên li çar parçeyên Kurdistanê ..

brahimaluci.blogspot.com/2026/02/ji-h...
JI HEYBERÊ (object) BER BI KIRDEYÊ (subject) VE
brahimaluci.blogspot.com
February 11, 2026 at 10:15 AM
Heşaş, heşaşan nas dike.

Hat ji newalê, bû xwediyê malê.

Roja teng, neçe ber derê nemerdan.

Mirin mirin e, nexweşî malxirabkirin e.

Heçiyê bibîne zehmet, dê rojekê bixwe namet.

Gotinên pêşiyan
February 11, 2026 at 7:59 AM
Mirov hene çav vekirîne. Mirov henin kone nin. Mirov henin çavê wan di cêba me re de ye. Mirov henin qaîl in kar û xebatên xwe bi meriya bidin kirin. Mirov henin ji pişta me re mêraniyê dike. Mirov henin qaîl in însana bixapînin. ...

DU SÊWÎ

SÜLEYMAN DEMİRKOL

Nûbihar
February 10, 2026 at 6:36 PM
Ziman ruhê milet e. Ger ziman bimire, gel jî dimire.

Berxwedan bi qelemê jî dibe. Nivîsandin jî şer e, xebat e.

Heta mirov li jiyanê be , divê mirov ji bo gelê xwe bixebite.

Çanda me mîrata me ye. Divê em wê biparêzin û bidin nifşên nû.

Mehmet Emîn Bozarslan (1935 - 09.02.2026)
February 10, 2026 at 8:49 AM
Reposted by Brahîmê Alûcî
Serê malbatê û gellê me saxbe.
Cih û warèn wî buhişt be..
Ev kesayeta heja ji bo gellê me hundabuneke mezine mixabin.
Çu ser dilovaniya xwe..
Mamostê rêzdar Mehmet Emîn Bozarslan li Swêdê emrê Xwedê kir û serê xwe danî.

Xwedê wî bi emrê xwe şa bike.

Di ber zimanê kurdî de keda wî berz e.

Mehmet Emîn Bozarslan (1935 - 09.02.2026)
February 9, 2026 at 8:03 PM
Mamostê rêzdar Mehmet Emîn Bozarslan li Swêdê emrê Xwedê kir û serê xwe danî.

Xwedê wî bi emrê xwe şa bike.

Di ber zimanê kurdî de keda wî berz e.

Mehmet Emîn Bozarslan (1935 - 09.02.2026)
February 9, 2026 at 3:53 PM
Ba jî ji te, baran jî ji te.

Zimanê têr, zikê birçî.

Tûrê xizanan tim bi qul e.

Yekî nalek dît, got: Ma sê nal û hespek.

Xizana bi halê xwe bizaniya, wê riz bixwarana.

Gotinên pêşiyan
February 9, 2026 at 11:12 AM
Zer e, lê ne zêr e.

Buxtan, bêderman e.

Gund, bê sergo nabe.

Ti kes ranahêje barê ketî.

Tunebûn kirasê hesinî ye.

Gundî nebin, axa ji çi re ne?

Namûsa gund, navê gund e.

Ti kes çavê kor ji xwe re naxwaze.

Tiştê berî bûkê neyê, piştî bûkê jî nayê.

Gotinên pêşiyan

Wêne: John Martin
February 8, 2026 at 7:23 AM
Hayê hemûyan ji hovitiyên wan heye.

Neviyên hov ji pêşiyên xwe yên hov ra nivîsên...

Ticaran fersendê ji dest xwe bernadin ku êrîşî rêwiyên bêçek bikin.

Ca li tirkan binêrin. Ticarî bawerî bi wan nabe...

Rêwîtiya Erziromê

Aleksander Pûşkîn

Ji rûsî: Temûrê Xelîl

Avesta
February 7, 2026 at 3:26 PM
Ev rewş ne tenê wek karesat û bobelatan (disaster) li hemberî civakê derdikeve, lê di heman demê de dibe rih û giyanên hevpar ku di nav derhişiya civakê de cihê xwe digire û di nav têkiliyên malbatî, dîrokî û civakî de bi nifşguhêzî derbas dibe.

brahimaluci.blogspot.com/2026/02/traw...
February 7, 2026 at 8:09 AM
TRAWMA, BOBELAT, NEXWEŞIYA HEVPAR Û DERÛNTERAPÎ

Di çarçoveya derûnkolîneriyê de, trawma (birînên derûnî) ne tenê rûdanek takekesî ye, lê di heman demê de proseyeke navxweyî ye ku di nava hundirê derhişiyê (unconscious) de ye, bi berevanî û berxwedanên ...

brahimaluci.blogspot.com/2026/02/traw...
TRAWMA, BOBELAT, NEXWEŞIYA HEVPAR Û DERÛNTERAPÎ
brahimaluci.blogspot.com
February 7, 2026 at 8:08 AM
Reposted by Brahîmê Alûcî
Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan

diyarname.com/news.php?Idx...
Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan
diyarname.com
February 5, 2026 at 3:53 PM
Zarok, gula malan e.

Zarok çi bibihîsin wê dibêjin.

Zarokên du diyan, li du riyan.

Zarok zarok e, çi feqîr e, çi milûk e.

Gotinên pêşiyan
February 6, 2026 at 6:22 AM
Em xwedî welatekî peyvan in. Bipeyvin, bipeyvin..

Navnîşana me tuneye

Tav sînoran derbas dike...

EDEBIYATA KURDÎ YA DÎASPORAYÊ
sirgûn, penaberî, nasname

Mehmet Şirin Filiz

Nûbihar
February 5, 2026 at 7:54 AM
DERÛNKOLÎNERÎ LI KURDISTANÊ

Di dîroka Kurdistanê de, kurdan serpêhatiyên dijwar ên derûnî jiyane ku bingeha têgihîştina derûna wî pêk tînin. Trawma (êşa derûnî), tepisandin (repression), bindestî û têkoşîna ji bo nasnameya xwebûna xwe (identity) beşên bingehîn ên dî..

candname.com/derunkoliner...
Derûnkolînerî Li Kurdistanê - ÇandName
Destpêk Di dîroka Kurdistanê de, kurdan serpêhatiyên dijwar ên derûnî jiyane ku bingeha têgihîştina
candname.com
February 4, 2026 at 8:37 AM
Azadî, ne tenê mafek e, berpirsiyariyeke jî.

Azadiya mirov bi zanînê dest pê dike; mirovê nezan azad nabe.

Mirov, ne bi siruşt û xwezaya xwe mirov e, bi derûn û giyana xwe mirov e.

Şaristaniya rastîn ew e ku kesayetiya mirovan di pêş de bîne, ne ku wan tune bike.
February 3, 2026 at 12:03 PM
Reposted by Brahîmê Alûcî
Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan
🔽
diyarname.com/news.php?Idx...

Nivîsa @brahimaluci.bsky.social
Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan
diyarname.com
February 3, 2026 at 10:56 AM
Berdêla her tiştî heye. Ger hûn di mala xwe de çêlikeke tîmsahan xwedî bikin, rojekê ew ê we bixwe.

.... Dawiya dawî şîzofrenî jî dibe şêwazeke jiyanê.

Dekolonîzasyon û yên dekolonîzebûyî

Albert Memmi

Werger: Fahriye Adsay

Avesta
February 3, 2026 at 7:39 AM