Brahîmê Alûcî
banner
brahimaluci.bsky.social
Brahîmê Alûcî
@brahimaluci.bsky.social
Jiyan bi kurdî xweş e. ژیان ب کوردی خوەشە

زمانی ئێمە شەرەف و نامووسی ئێمەیە

Zimanê me, şeref û rûmeta me ye

https://brahimaluci.blogspot.com/?m=1
"Daw û doza min hiqûqa miletê kurd e.
Ezê bi kîjan wîjdanî 'mefkûra xwe ya milî' terk bikim?"

"Mirineke bişeref ji jiyaneke bêşeref çêtir e."

Xalid Begê Cibrî
December 10, 2025 at 4:08 PM
.....
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez Şêx Seîdê kal,
bijîşk Fuad im
Pêşmergekî bê navûnîşan
Û qevdek ji pincara welat im.
Ez doh şehîd bûm
Îro, nûhat im.

Rojen Barnas
December 10, 2025 at 3:38 PM
Şêxê Min

Şêxê min mezinê birayan
Şêxê min şêxê şêxan bû
....
Şêxê min alayeke
Dimilmile
Şahstêrke li esman
Şevên me ronî dike

Em, îro, şêxê min
Bi hezaran mirîd
Li dergeha te
Dersa xwe
Ji ber dike.

Berken Bereh
December 10, 2025 at 3:17 PM
Xwebûna derewîn (false self) ji bo parastina xwebûna rastîn (true self) tê afirandin.

Gotinên derûnkolînerî (psychoanalysis)
December 10, 2025 at 5:26 AM
Li Kurdistanê, rewşa siyasî, civakî û çandî ya herdubar bandoreke kûr li ser derûna takekesî û civakî kiriye. Şer, koçberî, zext û parçebûna nasnameya çandî bi salan e beşek ji jiyana rojane ne. Ev serpêhatiyan bîrên trawmatîk, derûntengî û astengiyên derûn

brahimaluci.blogspot.com/2025/12/zima...
December 7, 2025 at 11:48 AM