Brahîmê Alûcî
banner
brahimaluci.bsky.social
Brahîmê Alûcî
@brahimaluci.bsky.social
Jiyan bi kurdî xweş e. ژیان ب کوردی خوەشە

زمانی ئێمە شەرەف و نامووسی ئێمەیە

Zimanê me, şeref û rûmeta me ye

https://brahimaluci.blogspot.com/?m=1
Eva heq war e.

Roma reş neyarê koka Êzdiyan e: Eger di gund de zindî tune ne, heyfê ji miriyan hildin.

Ev kitêb kurte dîrokeke kurdan e... Bi xwendina vê min ferq kir ku tebîet û siruşta hemû kurdan (kurdên êzdî, cihû, misilman, xiristiyan û hwd) yek e

Eskerê BOYÎK

Rêya Jiyana Min

Nûbihar
December 13, 2025 at 8:14 AM
Êl maka mirov e.

Cihê lê qet e, wir rûmet e.

Wê rojê dike, wê rojê dixwe.

Roviyê fenek, bi dû nigan dikeve dehfikê .

Gotinên pêşiyan
December 12, 2025 at 10:00 AM
Asûwasên mirov ji ramanên neyînî (negative thoughts) şax vedidin.

Hişmendî (consciousness) weke rojekê ye ku her gav xwe vediguhezîne.

Mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) derûn û giyana mirov diparêzin.

Deriyê derûnnasiyê
(Gateway to psychology)
December 12, 2025 at 5:43 AM
Nakokiya venasînî (cognitive) mirov bêzar dike.

Fêrbûna civakî (social learning) bi temaşekirinê ava dibe.

Di her qonaxa jiyanê de qeyraneke nasnameyî (identity crisis) heye.

Bîrên derewîn (false memories) dikarin bi hêsanî werin afirandin.

Deriyê derûnnasiyê
(Gateway to psychology)
December 12, 2025 at 5:42 AM
Eyba pîrê, nayê bîrê.

Dîsa ew tas e, û ew taras e.

Çavê kor diborîne, dilê kul naborîne.

Hevaltiya wan hevaltiya gur û rovî ye.

Gotinên pêşiyan
December 11, 2025 at 6:03 AM
Nûbiharê ji bo "100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Kal" dosyayeke taybet -dêrîn û zêrîn û xwebexş- amadekeriye. Kovareke têr û tesel..

Dest û dilê xebatkaran sax be û her sax û saxlem û bextewar bin.
December 10, 2025 at 11:48 AM
Rastî, rast nayê gotin.

Hesûdî, yek ji wan hêzên herî wêranker e.

Nexweşiyên derûnî bi gelemperî bertek in

Mirov bi tenê tê û bi tenê diçe -têkilî, barê vê tenêtiyê sivik dike

Mirov di ziman de hildiweşe, û di ziman de winda dibe; di ziman de "xwe" dibîne

Gotinên derûnkolînerî (psychoanalysis)
December 10, 2025 at 5:25 AM
Zivistan sar e, agir yar e.

Kîjan rojê berf bariya, ew roj zivistan e.

Gotinên pêşiyan
December 9, 2025 at 2:44 PM
Mirin, hêza jiyanê ye.

Dînbûn şêwazeke rizgariyê ye ji cîhanek dîn.

Hevdilî (empathy), bingeha derûnterapiyê ye.

Mirov nikare ji tirsê xelas bibe, lê dikare hîn bibe ku bi wê re bijî.

Çi qewimî ye giring e, lê ya giringtir ew e ku me ew çawa şîrove kiriye.

Gotinên derûnkolînerî (psychoanalysis)
December 9, 2025 at 6:18 AM
Rêwî diçe, rê dimîne,
Berf dihele, çiya dimîne,
Mêr dimire, nav dimîne.

Darbiro, dara bibir; destê xwe ji Xwedê nebir.

Çiya li çiya naqesidin, lê mirov li mirovan diqesidin.

Sim simê kerê ne, fêl fêlê Perê ne.

Emerîkê Serdar

Keşkûl

Weşanên Lîs
December 8, 2025 at 6:31 AM
Li Kurdistanê, rewşa siyasî, civakî û çandî ya herdubar bandoreke kûr li ser derûna takekesî û civakî kiriye. Şer, koçberî, zext û parçebûna nasnameya çandî bi salan e beşek ji jiyana rojane ne. Ev serpêhatiyan bîrên trawmatîk, derûntengî û astengiyên derûn

brahimaluci.blogspot.com/2025/12/zima...
December 7, 2025 at 11:48 AM
Hişmendî ji tarîtiyê derdikeve.

Bîra trawmatîk, mirov derûnreş dike.

Mirovên telomelo, xwedî derûna tore û aloz in.

Ji "xwe" re bifikirin, bê fikr û ramana we ji kû tê.

Mirovên berê darilpeyv bûn, fêm û feraseta wan berz, û derûnxweş û berbihêr bûn.

Gotinên derûnkolînerî (psychoanalysis)
December 7, 2025 at 6:46 AM
Çav, mêrika dil e.

Yê li ber kayê, nayê rayê.

Xwe dike pûnga hemû girara.

Bi rû ve gul e, ji hundir ve kul e.

Bavêje pişt, belkî jê derkeve tişt.

Gotinên pêşiyan
December 6, 2025 at 8:46 PM
Di nav afirandinê de wêranî jî heye.

Evîn û kar, bingehên jiyana mirovî ne.

Tirsên nenas, dijminên me yên rastîn in.

Bêyî bîr û hişmendiya ramanê, em nikarin hestên xwe fêm bikin.

Derûna mirov bi cih û waran xera nabe; bi fikr û ramana xera dibe.

Deriyê derûnnasiyê
(Gateway to psychology)
December 6, 2025 at 8:52 AM
Ya bi dilê min ew e ku tu herî nîşana tenekeyan bigirî li hewşa piştê, lê ez dizanim tê herî nîşana çivîkan bigirî. Here li hemû qelebaskan bixe, ku bikarî; lê bila ji bîra te neçe ku kuştina çivîkan guneh e.

Kuştina Çivîkan

Harper Lee

Wergêr (ji îngîlîzî): Ekrem Koçbaşi

Weşanxane: Pall Weşan
December 5, 2025 at 2:10 PM
Qencî, qenciyê tîne.

Dilê xweş her bihar e.

Pesindayî li erdê mayî.

Kevanî, nikare kevaniyê bixapîne.

Zû anî, bi gend û gû anî; dereng anî, beranê heftreng anî.

Gotinên pêşiyan
December 4, 2025 at 5:37 PM
Laşê me, çîrokên me jî tomar dike.

Êş, mirov nexweş naxe, bersiva êşê mirov nexweş dixe.

Di derbarê ramanê de biramin -di derbarê fikrê de bifikirin.

Mirovên henûn û derûnvîl jî henin; mirovên qirêt û derûndûzan jî henin.

Gotinên derûnkolînerî (psychoanalysis)
December 3, 2025 at 9:37 AM
Ziman, her tişt e.

Mirov bi zimanê xwe tê pênasekirin.

Rêya derûn û derûnnasiyê, zimanzanî ye.

Çanda me, şêwaza derûna me diyar dike.

Mirov di nava zimanê xwe de, hebûn û xwebûna xwe diafirîne.

Deriyê derûnnasiyê
(Gateway to psychology)
December 2, 2025 at 6:02 AM
Mirin tahl e.

Xew û mirin yek e.

Axir mirin û oxir mirin.

Mirin mirin e, nexweşî malxirabkirin e.

Mirin, ne li malê pir ne li gerdana sitûr dipirse.

Gotinên pêşiyan
December 1, 2025 at 3:04 PM
Zanîn, ji serpêhatiyan tê.

Tiştê ku der nabe, dibe derd.

Laş, zimanê derhişiyê (unconscious) ye.

Her kes derûnkolerê (psychoanalyst) xwe ye.

Ziman û derûn (psyche) ji hev nayên veqetandin.

Heyberên derûnî (psychic objects) cîhana me ava dikin.

Gotinên derûnkolînerî (psychoanalysis)
November 30, 2025 at 5:10 AM
Ev stratejî bandora pêş-pirsînê (pre-questioning effect) çêdike û hêz û şiyana bîranîn, têgihiştinê û girêdana zanînê bi awayekî berz bilind dike.
Lêbelê di pratîkê de, pirsên kalîteyê bi hêsanî berdest nînin. Mamoste, dem û çavkaniyên girîng hewce ne ji...

brahimaluci.blogspot.com/2025/11/hise...
November 29, 2025 at 6:03 PM
Rûmet ji axê re nabe.

Ax û avdayî, nan û nandayî.

Ji ziman şîrîntir û tahltir tiştek tune.

Sipî ji qerpala, qise ji mirdala kêm nabe.

Ba tê her kes kumê xwe li serê xwe digire.

Miletê bê zar û ziman, ne ti milet e (wenda ye).

Gotinên pêşiyan
November 29, 2025 at 6:25 AM
Ez dizanim ku ez ê bêm kuştin, lê ez ê dev ji têkoşîna xwe bernedim.

Em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin.

Ji bo aştî û biratîyê em amade ne ku her tiştî bikin, lêbelê em ê ticarî dest ji mafên xwe bernedin.

Tahir Elçi (1966-28.11.2015)
November 28, 2025 at 9:49 AM
Edalet tune be, aştî nayê.

Kurd, ne xulamê ti kesî ne.

Em li vî welatî ne mêvan in, em xwediyê vî welatî ne.

Dema mirov rastiyê bibêje, dibêje 'ez ditirsim', lê ez natirsim.

Em dixwazin li vî welatî bi rûmet bijîn, bi edaletê bijîn, bi azadiyê bijîn.

Tahir Elçi (1966-28.11.2015)
November 28, 2025 at 9:48 AM
Trawma, rastiya ku nayê gotin e.

Laş, tenê ne zindewer e, lê civakî jî ye.

Beşerxweşî, derûndirustiyê bi xwe re tîne.

Em ne yek xwebûn (self) in, em gelek xwebûn in.

Serpêhatiyên psîkotîk, beşek ji jiyana xwezayî ye.

Gotinên derûnkolînerî (psychoanalysis)
November 28, 2025 at 6:05 AM